Amerîkayê ji ber biryara RTUKê ya astengkirina VOA, DW û Euronewsê hisyarî da Tirkiyê

11 February 2022 16:06 0 dîtin
Amerîkayê ji ber biryara RTUKê ya astengkirina VOA, DW û Euronewsê hisyarî da Tirkiyê

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser biryara Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonên Tirkiyê (RTUK) ya 3 roj ji bo tomarkirina lîsansê dem dabû saziyên VOA (Voice Of America), DW û Euronewsê daxuyanî da.

Li gorî biryara RTUKê îro dema wan saziyên medya biyanî bo tomarkirina lîsansê bidawî dibe û heger serlêdana xwe nekin û ofîsên xwe li Tirkiyê venekin, wê malper û weşana wan bê astengkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser mijarê bi daxuyaniyeke nivîskî nîgeraniyên derbarê azadiya medyayê li Tirkiyê de anî ziman û ragihand, “Em berdewam dibin li ser hişyarîdana Tirkiyê, ji bo ku rêzê li azadiya ragihandinê bigre û biparêze.”

Berdevka Dengê Amerîkayê (VOA), Bridget Serchak jî li ser biryara RTÜKê daxuyaniyek weşandibû û gotibû, eger hikûmeta Tirkiyê malperên wan rawestîne, Dengê Amerîka wê hemû hewlên xwe bixe tevgerê ji bo berdewamiya gihandina nûçe û zanyariyan bê beramber û bi awayekî ku her kes bi rêya internetê xwe bigihîne weşana wan.

Bridget Serchak diyar kiriye, “Dengê Amerîka (VOA) wiha dibîne ku hewlên hikûmeta Tirkiyê ji bo bêdengkirina saziyên nûçeyan, binpêkirina azadiya ragihandinê ya bingeha civaka demokratîk e.”