Parlamena Kurdistanê dema xebatê 15 rojan dirêj kir

30 June 2019 13:30 0 dîtin
Parlamena Kurdistanê dema xebatê 15 rojan dirêj kir

PeyamaKurd - Parlemantoya Kurdistanê di civîna îro de biryar wergirt ku dema xebatê ya werza biharê 15 rojan dirêj bike.

Li gor zanyariyan dirêjkirina dema biharê ya Parlemantoya Kurdistanê, pêwendiya wê bi pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku hîn guftûgoyên aliyên siyasî bo pêkanîna wê berdewam e.

Serokwezîrê bo hikûmeta nû erkdarkirî Mesrûr Barzanî roja 12ê Hezîranê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bi pêkanîna kabîneya nehem hat raspardin û li gor Fermana Herêmî jî 30 roj li pêş Mesrûr Barzanî ye da ku kabîneya xwe ya hikûmetê pêk bîne.