Bafil Talebanî: Hilbijartinên Parlamena Kurdistanê di dema xwe de pêk tên
PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, piştî civîna bi serkirdeyên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya Iraqê ragihand ku di civînê de ti pêşniyazeke ji bo bi paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nehatiye kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serkirdeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê jî beşdarî vê civîna ku li Bexdayê pêk hat bûn.
Serokê YNKê Bafil Talebanî di derbarê babetên ku di civînê de hatine niqaşkirin de got: “Di civînê de ji bo taloqkirina hilbijartinên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê ti pêşniyazek nehatiye kirin.”
Li Îraqê, “Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê” ji du damezrînerên Hikûmeta Navendî ya Iraqê ye ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike.
Tê çaverêkirin ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10ê Pûşperê de bêne kirin.
Berdevkê Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Gulayî di daxuyaniya xwe ya 1ê Avrêlê de ragihandibû ku lîstên 2 hevpeymanî û 10 partiyan gihiştine ber destê wan û 54 namzedên serbixwe jî serlêdan kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin