Parlamena Kurdistanê sedema nexwendina ‘Ey Reqîb’ eskere kir
PeyamaKurd - Perlementoya Herêma Kurdistanê derbarê nexwendina sirûda Iraqê û ya neteweyî ya Kurdistanê (Ey Reqîb) di roja sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya Rêveberiya Ragihandina Parlamentoya Kurdistanê de hat gotin, li gor rêzikên Parlamentoya Kurdistanê, sirûda netewî tenê di serdema vekirina parlamentoyê de tê xwendin.
Di di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke nerîteka Parlementoyê sirûdên neteweyî tenê di serdema vekirina Parlementoya Kurdistanê da dihête xwendin. Di daniştinên asayî da sirûda neteweyî nayê xwendin. Daniştina jimareya heft jî daniştineke asayî bûye û ne daniştina vekirina Parlementoya Kurdistanê bûye ji ber wê sirûda neteweyî nehatiye xwendin.”
Parlamentoya Kurdistanê danişîna jimare heft a bo merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê roja duşemê 10ê Hezîranê li Hola Seîd Ebdulla ya Hewlêrê lidar xistibû.
Nexwendina sirûda niştîmanî ya Kurdistanê di nav beşek aliyên Kurd de bûbû mijara nîqaşê ku Parlamentoya Kurdistanê ev bersiv da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin