Sedir ji Parlamentoya Iraqê re: Di heyama 15 rojan de hikûmeta nû pêk bînin
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi daxuyaniyekê daxwaz ji nûnerên serbixwe yên Parlamentoya Iraqê kir, di heyama 15 rojan de hikûmeta nû pêk bînin û dawî li krîza siyasî ya li wî welatî bînin.
Muqteda Sedir li ser Twittera xwe belav kir û da zanîn: “Piştî şêwra bi hevpeymanên di hevpeymaniya herî mezin de, ez dibêjim ku di pêvajoya siyasî ya niha de sê alî hene, aliyê yekem: Hevbendiya Niştimanî ya Mezin (Hevpeymaniya Rizgarkirina Niştiman) ku nûnertiya piraniya niştimanî ye, lê ji ber biryara dadweriya Iraqê ya aktîvkirina benda “sêyeka pûçker”, avakirina hikûmeta piraniyê dereng xist.”
Di berdewamiyê de Sedir eşkere kir: “Aliyê duyem jî Çarçoveya Hevahengiyê ye ku daxwaza pêkanîna hikûmeta tewafiqê dike û me çil roj muhlet da wê û nekarî hikûmetê pêk bîne.”
Herwiha Sedir destnîşan kir: “Aliyê sêyem jî, kesên serbixwe yên parlamentoyê ne. Em bang li wan dikin ku ji çil kesan kêmtir nebe “aliyekî serbixwe” ava bikin. Divê ew kesên serbixwe beşdarî hevpeymaniya mezin bibin, da ku hikûmeteke serbixwe ava bikin. Em ê paşê wan bi hin hûrguliyên agahdar bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin