Muqteda Sedir gefa bidawîanîna Parlamentoya Iraqê xwar

25 March 2022 13:59 0 dîtin
Muqteda Sedir gefa bidawîanîna Parlamentoya Iraqê xwar

PeyamaKurd Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir bi peyamekê, gefa bidawîanîna Parlamentoya Iraqê xwar û got: “Eger roja Şemiyê deng bi heq û rastî neyê dayîn, ev eşkere ye ku rû nade, lê eger rû bide, dawiya parlamentoyê ye.”

Li gor Muqteda Sedir îro Înê 25ê Adara 2022yan li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn: “Em li benda parlamenterên serbixwe ne, hêviya me bi wan û bi opozîsyonên niştimanî heye, ji bo bi aramî hikûmeta piranî ya çaksaziyê pêk bînin.”

Sedir eşkere kir, nabe Iraq û gelê wê bêyî hikûmet bihêlin û got: “Eger roja Şemiyê deng bi heq û rastî neyê dayîn, ev eşkere ye ku rû nade, lê eger rû bide, dawiya parlamentoyê ye, Xwedê baştir dizane.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, biryar e sibe Şemiyê 26ê Adara 2022yan, rûniştina parlamenteran ji bo hilbijartina Serokomarê nû yê Iraqê birêve biçe.

Rêber Ehmed piştevaniya Hevpeymaniya Rizgariya Niştiman bi dest xistiye û ev hevpeymanî xwedî kursiyên herî zêde ye li Parlamanetoya Iraqê.