Muqteda Sedir gefa êrîsê li hêzên hevpeymaniya navdewletî xwar
PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Saîûran Muqteda Sedir, gefa êrîşê li hêzên hevpeymaniya navdewletî xwar û diyar kir, ew ê rêkeftina stratejî a ligel Iraqê binpê bikin.
Muqteda Sedir, do ji ser Twitterê gefa êrîşê li hêzên hevpeymaniya navdewletî xwar.
Sedir dide zanîn, ew bi germî pêşwaziyê li rêkeftina stratejîk a Iraqê û hêzên hevpeymaniya navdewletî dike û divê hêzên biyanî yên li Iraqê bimînin ji bo rahênana hêzên Iraqê bi tu awayî destêwerdanê di karûbarên Iraqê de nekin.
Muqteda Sedir herwiha eşkere kir, hêzên şerker ê hevpeymaniya navdewletî, demildest ji Iraqê derkevin û Iraqê ji bo êrîşkirina welatên cîranê Iraqê bi kar nînin. Sedir di berdewamiyê jî de dibêje, ew hêzên li Iraqê bimînin divê ne weke hêzên dagirker, belkî tenê weke hêzên rahênanê ji bo artêşa Iraqê li nava Iraqê bimînin.
Sedir dibêje heger hêzên biyanî rêkeftina Iraqê ya stratejîk ligel wan binpê bikin wê demê ew ê biryara êrîşê beramberî wan bistînin û wan bikin armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin