Sedir banga valakirina Parlamentoya Iraqê li alîgirên xwe kir
PeyamaKurd – Tevgera Sedir ku alîgirên wê 4 roj in di nav Parlamentoya Iraqê de ne, bang li alîgirên xwe kir terka avahiya parlamentoyê bidin.
Wezîrê Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, Salih Muhamed el Iraqî li ser Twitterê peyamek belav kir û bang li alîgirên Sedir ên mangirtina li parlamentoya Iraqê didomînin kir terka avahiya parlamentoyê bidin û dawî li çalakiya xwe bînin.
Di peyamê de herwiha hat xwestin ku avahiya parlamentoyê vala bikin û xwepêşandanên xwe li derdora avahiya parlamentoyê heta 72 saetên din dewam bikin.
Ji alîgirên Sedir re hat gotin ku ji bo cihên din ên xwepêşandanan jî li benda peyameke nû bimînin.
Di peyamê de bang li alîgirên Sedir hat kirin, roja Îna beşdarî nimêjên girseyî yên Înê li Bexda, Babîl, El-Qut, Kerbela û Necefê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin