Dadgeha Federal a Iraqê ji bo banga Sedir a hilwesandina parlamentoyê dicive
PeyamaKurd - Dadgeha Federal a Iraqê, 30yê Tebaxê li ser gilî û bangewaziyên Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir ên hilweşandina Parlamentoya Iraqê dicive.
Li gorî ragihandina malpera fermî ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, dadgeh li ser giliyê Sekreterê Giştî yê Tevgera Sedir Nesar Rubeyî yê li dijî Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî dicive.
Tevgera Sedir di gilînameyê de daxwaz kiriye, xula pêncem a Parlamentoya Iraqê were hilweşandin û serokomar neçar bibe ku roja hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê diyar bike.
Hat zanîn ku di rûniştina Dadgeha Bilind a Federal ya 30ê Tebaxê de, ji bilî giliyê Tevgera Sedir wê 4 giliyên din ên ji bo hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext werin rojeva civînê.
Muqteda Sedir 10ê Tebaxê bang li alîgirên xwe û parlamenterên xwe yên ji kar vekişiyabûn kiribû, ji bo hilweşandina parlamentoyê dozê li Dadgeha Bilind vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin