DYA baregeha xwe ya leskerî ya herî dawî ya li Nîjerê dewrê hukumetê kir

05 August 2024 21:37 0 dîtin
DYA baregeha xwe ya leskerî ya herî dawî ya li Nîjerê dewrê hukumetê kir

PeyamaKurd – Peymana navbera hukumeta Nîjerê û DYAyê ji aliyê hukumeta Nîjerê de hatibû feshkirin û niha Amerîka baregeha xwe ya leşkerî ya herî dawiyê dewrê hukumeta Nîjerê kir.

Li daxwuyaniya Pentagonê û ya wezareta bergiriyê ya Nîjerê ya hevpar de; baregeha li bajarê Agadezê ya 201em, dewr û teslîma wê hatiye temamkirin. Li gor daxwuyaniyê; heya xebatên vekişîna Amerîka li wê derê temam bibe, wê koordinasyona navbera her dû terefan di hefteyên pêşiya me de dewam bike.

Piştî merasima DYA û wezareta bergiriyê ya Nîjerê ya li hangara baregeha 201em, belgeyên dewr û teslîmê ji aliyê rayedarên artêşan de hat îmzekirin.

Peymana navbera her dû dewletan 12 sal berê (Di 2012an de ) di navbera wan de hatibû îmzekirin û Nîjer di 17ê Adarê de peymanê fesh kiribû û xwestibû ku leşkerên DYAyê zûtir ji Nîjerê derên. DYA ragihandibû ku wê heya 15ê Êlûna 2024an, dê ji Nîjerê vekişin.