Boko Haram êrîsa ser baregeha leskerî ya Nîjerê girt ser xwe

15 January 2020 00:28 0 dîtin
Boko Haram êrîsa ser baregeha leskerî ya Nîjerê girt ser xwe

PeyamaKurd- Rêxistina Boko Haramê ya ku li Nîjerya, Malî û Çad a Afrîkayê bi salaye di nava tevgerê de ye, ew êrîşa ku li Nîjerê roja pêncşema borî biribûn ser baregeha leşkerî û tê de 89 leşkerên Nîjerî jiyana xwe ji dest dabûn, girt ser xwe.

Li gor ragihandina ISWAP ê; li Nîjerê li ser sînorê Maliyê, li navçeya Çînagodrarê êrîş biribûn ser baregeha leşkerî û tê de 100 kes miribûn lê hukumeta Nîjerê mijarê derew derxistibû û jimara kuştiyan 89 ragihandibû.

Di demên dawiyê de rêxistina Boko Haramê li hewza navborî gekel êrîşan dike ser baregehên leşkerî û sîvîlan.