Bo êrîsa baregeha leskerî ya Amedê hatibû binçavkirin û serbest hat berdan

24 May 2021 23:34 0 dîtin
Bo êrîsa baregeha leskerî ya Amedê hatibû binçavkirin û serbest hat berdan

PeyamaKurd – Bi sedema di 19 ê gulanê de dîmenên êrîşa ser baregeha leşkerî ya Diyarbekirê ya bi navê Feremandariya 8. Ana Jet ê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de belavkiribû kesê bi navê F.K. serbest hat berdan.

Di 19 ê gulanê de siet di 00.30 yan de bi balafirên maket êrîş biribûn ser baregeha leşkerî ya Diyarbekirê ya 8.Ana Jet ê. Lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.

Kesê bi navê F.K. ji ber di ser medya civakî de dîmenan belav kiribû hatibû desteserkirin û li baregeha asayîşê îfadê wî girtin. Paşî wî derxistin ber dozger û dozger wî serbest berda.