Li ser êrîsa baregeha balafirgeha leskerî ya Diyarbekirê kesekî hat binçavkirin

21 May 2021 23:25 0 dîtin
Li ser êrîsa baregeha balafirgeha leskerî ya Diyarbekirê kesekî hat binçavkirin

PeyamaKurd – Li ser êrîşa baregeha leşkerî ya balafiran ya Diyarbekirê ya bi navê fermandariya 8. Ana Jet ê, lêpirsîn ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê de tê kirin. Li ser êrîşa bi balafira bê mirov bo ser baregeha leşkerî ya di 19 ê gulanê de siet di 00.30 an de çêbû bû, bi sedema kesekî bi navê F.K li ser medya civakî dîmenên bûyerê belav kiribû hat binçavkirin.

Tîmên polîsan li ser ku F.K. di ser hesabê xwe yê medyayê de dîmenên di derbarê êrîşê de belav kiribû avêtin ser mala wî û wî binçav kirin.

Têkiliya wî bi mijarê heye an tineye, ji aliyê polîsan de tê lêkolîn.