Li dijî baregeha Beled a leskerî êrîsa mosekî: 2 lesker birîndar bûn

18 April 2021 23:11 0 dîtin
Li dijî baregeha Beled a leskerî êrîsa mosekî: 2 lesker birîndar bûn

PeyamaKurd – Baregeha Beled a hêzên Amerîkayê ya li parêzgeha Selahedîn a Iraqê, îşev 18ê Nîsanê rastî êrîşeke moşekî hat.

Hat ragihandin ku du moşek li nava baregehê û 4 moşek jî li derveyî wê ketine ku di encamê de du leşkerên Iraqî yên nav baregehê birîndar bûne.

Li gorî zanyariyan ji bilî herdu leşkerên birîndar bûne, zirar gihîştiye avahiyên baregeha Beledê ku baregeha asmanî ya balafirên F-16yan e.