ECOWAS ji rêvebiriya leskerî ya Nîjerê re 9 meh pêsniyar kir

01 September 2023 00:34 0 dîtin
ECOWAS ji rêvebiriya leskerî ya Nîjerê re 9 meh pêsniyar kir

PeyamaKurd – Yekîtiya Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji bo rêvebiriya leşkerî ya Nîjerê ku di 26 ê Temmûzê de dest danîbû ser desthilata Nîjerê, ji bo cûntayê 9 meh pêşniyar kir ku derbasî rewşa demokrasiyê bibin. Serokê ECOWASê Bola Ahmed Tinubu her weha got ku tevgera leşkeran nayê qebûl kirin.

Tinubu, bibîr xist ku Nîjerya di sala 1999an de serokê leşkerî yê dewletê di 9 mehan de dageriyabû demokrasiyê an ku rêvebiriya sîvîl û weha got:

“Eger rêvebiriya leşkerî ya Nîjerê samîmî be, ti sedem tine ku ev li Nîjerê jî nebe. Leşker çiqas zû tevbigerin, wê dewletên endam yên ECOWASê ew qas zû dorpêçên ser Nîjerê rakin.”

Serokê konseya parastina netewî ya Weten (CNSP) ku navê hukumeta demkiye, Abdurrahmane Tchiani, di 19ê Tebaxê de ragihandibû ku ji bo desthilatê dewrî sîvîlan bikin herî zêde 3 sal lazim e.