ECOWAS: Plana me ya dagirkirina Nîjerê nîne!
PeyamaKurd – Rêxistina Yekîtiya Welatên Afrîkayê ECOWAS li ser nîqaşên ji ber darbeya leşkerî dagirkirina Nîjerê ragihand ku plana wan a dagirkirina Nîjerê tune ye.
Serokê Komîsyona ECOWASê Omar Touray, li ser darbeya leşkerî û krîza siyasî ya Nîjerê ragihand ku wan li hember gelê Nîjerê şer ranegihandiye û ti planeke wan dagirkirinê tune ye.
Omar Touray di civîna rojnamevanî ya li paytexta Nijerya Abujayê de got ku hêza meşrû jî tê de, dorpêçên ser rêveberiya leşkerî ya Nîjerê hatine çalak kirin, lê planeke wan dagirkirinê nîne.
Touray herwiha hêvî kir ku cûntaya leşkerî gavên erênî bavêje û diyar kir, rêveberiya demkî ya bo 3 salan jî nayê qebûlkirin.
26ê Tîrmehê li Nîjerê darbeya leşkerî hatibû kirin û serokomar Muhammed Bazum jî hatibû girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin