Le Monde: Îran û cûntaya Nîjerê peymaneke nepen a ûranyûmê îmze kirine
PeyamaKurd – Rojnameya Fransî Le Monde di nûçeya xwe ya bi sernavê “Nîjer bûye navenda danûstandinên nepen ên ûranyûma parzûnkirî” angaşt ku di navbera rejîma Îranê û cûntaya paytexta Nîjerê Nîameyê ya bi navê Konseya Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) de, li ser dabînkirina ûranyûma parzûnkirî peymaneke nepen hatiye îmzekirin.
Cûntaya CNSPê ya Nîjerê, di Tîrmeha 2023yan de bi derba leşkerî rêveberiya vî welatî xistibû destê xwe.
Cûntaya desthilatdar, angaşta peymana nepen a bi Tehranê re red dike.
Le Mondeyê di nûçeya xwe de angaşt ku cûntaya Nijerê dixwaze 300 ton ûranyûma parzûnkirî dabîn bike û ji ber vê yekê jî ji bo Îran vê pêdiviya wê bibersivîne bi rejîma Îranê re peymaneke nepen îmze kiriye.
Le Mondeyê ragihand ku ev ûranyuma ku berhema sereke ya henardeya Nîjerê ye, ji kanên ku ji sala 1971ê vir ve ji hêla koma fransî Orano ve li Arlitê (bakur) tê xebitandin tê.
Her çend CNSP vê angaştê red bike jî, ev mijar li Washington û Parîsê fikaran zêde kir.
Di angaştan de tê payîn ku bûhayê bazirganiya vê peymana nepen a di navbera Nîamey û Tehranê de, nêzîkî 56 milyon dolar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin