Trump: Peymaneke nû ya nukleerî ya li gel Îranê mimkin e

24 January 2025 12:47 0 dîtin
Trump: Peymaneke nû ya nukleerî ya li gel Îranê  mimkin e

PeyamaKurd – Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump li ser kanala Fox Newsê ya amerîkî bi Sean Hannity re axivî û rewşa Îranê nirxand.

Trump diyar kir ku Îran li Rojhilata Navîn “çalakiyên bizirar” dike û ew ê pêşî li vê yekê bigirin û destnîşan kir ku ew ê her tedbîrê bigirin.

Di bersiva pirsekê de, Trump got ku Îran tu carî nabe xwedî çekên nukleerî û eger di hilbijartinên 2020î de bi ser biketa wî yê, “di nava hefteyekê de rêkeftina nukleerî ya li gel Îranê bi temamî betal bikira û Îran jê derxista,” lê rêveberiya Joe Biden nekarî ev pêvajo bi rê ve biribûya.

“Xwedî potansiyeleke mezin in”

Trump got: “Ez dixwazim îranî bibin xwedî welatekî mezin, xwedî potansiyeleke bêhevta ne, gelê wê bêhevta ne. Tenê tişta ku ez li ser Îranê dibêjim ew e ku ew nikarin bibin xwedî çekên nukleerî. Rê hene ku em bi tevahî piştrast bin ku heke peyman bi rêkûpêk were amadekirin, Îran dê nikaribe çekên nukleerî bi dest bixe.”

Trumpê ku bi şertê ku xalên wê bi baldarî bên mizakerekirin deriyê peymana nukleerî ya nû ya li gel Îranê vekir, diyar kir ku ji bo peymaneke weha divê “10 verastkirin” bên kirin.

Trump diyar kir ku eger çekên nukleerî yên Îranê hebin gelek welatên din jî wê bixwazin bibin xwedî çekên nukleerî û ev jî wê bibe felaket û got ku ew bi ti awayî naxwazin ku Tehran bibe xwedî çekên nukleerî.