IAEA: Divê peymaneke nû ya nukleerî bi Îranê re bê girêdan

18 December 2020 20:17 0 dîtin
IAEA: Divê peymaneke nû ya nukleerî bi Îranê re bê girêdan

PeyamaKurd - Rêveberê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navdewletî (IAEA) Rafael Grosî da xuyakirin ku divê di serdema seroktiya Joe Biden a Amerîkayê de peymaneke nû ya nukleerî bi Îranê re bê îmzekirin.

Grosî gotiye, ji bo zindîkirina peymana atomî navbera Îran û welatên 5+1 ku Amerîka jê vekişiyabû, pêwîste Amerîka peymaneke nû bi Îranê re îmze bike.

Fransa, Brîtanya û Almanyayê jî ragihandiye ku heger yasaya paralmanentoya Îranê ya zêdekirina ûranyomê û xebatên nukleerî de bikeve warê bicihanînê, wê ev yek bibe sedema mirinê û nemana peymana atomî.

Herwiha koma 4+1a nûnerên welatên Ewropayê jî daxwaz ji Îranê kirine yasaya pesendikirî ya paralmantoyê Îran bicih neyîne.