Rusya û Îranê, li ser peymaneke nû li hev kir
PeyamaKurd- Alîkarê Serokwezîrê Rusyayê Aleksandr Novak, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê ragihadn ku ji bo pêwendiyên navbera Rusya û Îranê yên bazirganiyê baş bibin, wan biryar daye ku astengiyan ji holê rakin û peymanekê destnîşan bikin.
Aleksandr Novak, piştî Civîna Komîsyona Navbera Hikûmetan a Rusya û Îranê, daxuyaniyek da çapemeniyê û li ser hûrgiliyên civînê ev agahî dan:
“Tiştê ku mijara gotinê ye, kêmkirina astengiyên li sînorên welatên sêyemîn e. Me li ser li hev kir ku di navbera Îran û Yekîtiya Aboriya Avrasyayê de peymana li ser herêma bazirganiyê, destnîşan bikin.”
Novak bi bîr xist ku peymanên li ser qadên çêkirina otomobîl û balafiran a navbera kompaniyên Rus û Îranê berdewam dikin û diyar kir ku di çarçoveya van peymanan de ew ê parçe jî bên peydakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin