Amerîkayê, li ser Rusya û Îranê dorpêç sepandin!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Amerîkayê bi hinceta “kes û rêxistinên ku bi neheqî hemwelatiyên wan binçav kirin û dîl girtin” biryar da ku sizayên nû li ser Rusya û Îranê bisepîne.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku di civîna Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî de ku bi telekonferansê hat lidarxistin, rayedarên payebilind di derbarê ketina meriyetê ya dorpêçên nû de ku dê têkoşîna li dijî kesên bi neheqî hemwelatiyên Amerîkî li welatên din desteser kirine û dîl girtine, bi berfirehî agahdar bikin.
Di civînê de hat gotin ku bi dorpêçên ku nû hatine kirin, kesên ku azadiya welatiyên Amerîakyê sînordar dikin, dikarin ji wan bêhtir hesab bên pirsîn.
Piştî civînê, daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku "Îro, em li gorî vê fermana cîbicîkar yekem rêza toleyan li dijî aktorên Amerîkî ku Rusya û Îranê ew berê bi neheqî dîl girtine jî radigihînin.”
Di vê daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Amerîkî ve hat destnîşankirin de hat diyarkirin ku dorpêçên navborî dê li dijî Servîsa Ewlekariya Federal a Rusyayê ya bi navê FSB û Yekîneya Supaya Pasdaran a Îranê bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin