Ukrayna: Rusyayê, bi balafirên Îranê êrîs kirin!
PeyamaKurd- Di daxuyaniya ku ji aliyê Servîsa Lezgîn a Ukraynayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Rusyayê, êrîşa asîmanî li dijî Kievê kiriye û di encamê de mirî û birîndar hene.
Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku Rusyayê bi şev bi balafirên bêmirov êrîşî 2 malên xwendekaran û saziyeke perwerdehiyê ya li bajarê Rzhyshchivê yê herêma Kievê kir.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Gerînendehiyê Emnî navçeyê hatin ragihandin, di êrîşa navborî de 4 kesan can dane û 20 kes jî birîndar bûne.
Gerînendehê emnî Andrii Nebytov diyar kir ku birîndar rakirin nexweşxaneyê û diyar kir ku lêgerîna kesên ku piştî êrîşê hatin wendakirin dewam dike.
Hat zanîn ku di êrîşê de piraniya qatên 4 û 5an ên avahiyên 5 qatî yên razanê hilweşiyane, avahiyên din jî zirar dîtine.
Artêşa Ukraynayê jî ragihand ku ji 21 balafirên bêmirov 16 jê hatine xistin.
Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî diyar kir ku Rusyayê di êrîşê de zêdetirî 20 dronên Îranê û hejmareke zêde moşek bi kar hanine û got,
"Her cara ku kesek hewil dide li Moskowê peyva 'aştiyê’ bi kar bîne, fermanek din ji bo van êrîşan tê dayîn."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin