Ukrayna: Rusyayê, bi balafirên Îranê êrîsên nû kirin
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat ragihandin ku Rusya di armanckirina navendên binesaziya Ukraynayê de berdewam dike. Hat eşkerekirin ku hêzên Rus li paytext Kievê, bi dronên kamikaze êrîşên nû kirine.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di êrîşên bi balafirên kişfê yên Kamikaze de binesaziyî hatiye armanckirin. Hêza asîmanî ya Ukraynayê, li ser êrîşan ragihand ku ji 35 êrîşan, 30 jê ji aliyê pergalên parastina asîmanî ve hatine astengkirin.
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser êrîşan tekez kir ku ew xwe ji bo hemû senaryoyên berevaniyê yên muhtemel amade dikin.
Ji aliyê din ve Rusyayê jî ragihand ku leşkerên wê yên li Belarûsê cih digirin dê dest bi tetbîqatê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin