Zelenskiy: Rusyayê, bi balafirên Îranê êrîs kirin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelensky, li ser êrîşên hêzên Rus ên li dijî sivîlên Ukraynayê peyamek belav kir. Zelensky diyar kir ku teror, tawaneke ku divê bê sizakirin e.
Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke bi vîdeo parve kir û êrîşên ku di rojên dawî de ji aliyê hêzên Rus ve li dijî bajarê Zaporijyayê tên kirin, nirxandin.
Zelenskiy, bi rêya peyamê ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand ku di êrîşên moşekî yên ji 3yê Cotmehê ve ji aliyê hêzên Rus ve li dijî Zaporijyayê tên kirin de 43 kes hatine kuştin û got,
“Ji bilî vê, li dijî bajarên Harkiv û Donbasê, li dijî bajarên din ên Ukraynayê jî êrîş çêbûn. Êrîş bi balafirên bêmirov ên Îranê hatin kirin. Li dijî xelkê sivîl her dem tevgerîna bi terorî, bi awayekî vekirî redkirina Rusyayê ya hevdîtinên rastî ne.”
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy, li ser daxwazên sizakirinê jî rawestiya û got,
“Teror, tawaneke ku divê bê sizakirin e. Terorîzmeke di asta dewletê de ne tenê kesekî, di qada navneteweyî de li ser civakê gef e û tawanekî dijwar ê navneteweyî ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin