Zelenskiy: Rusyayê, bi 30 balafirên bêmirov êrîs kirin!

28 October 2022 15:00 0 dîtin
Zelenskiy: Rusyayê, bi 30 balafirên bêmirov êrîs kirin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser zêdebûna êrîşên Rusyayê yên li dijî Ukraynayê, peyameke nû belav kir û ragihand ku Rusyayê di nav van 2 rojên dawî de êrîşên bi balafirên bêmirov gelek zêde kirine.

Volodimir Zelenskiy, li ser êrîşên Rusyayê yên bi balafirên bêmirov peyamek da û peyama xwe jî bi rêya fotoyeke ku li ber balafireke bêmirov a li Kievê hatiye xistin kişandiye, belav kir.

Zelenskiy, ji bo raya giştî ya cîhanê ragihand k udi nav 2 rojên dawî de Rusyayê ji 30î zêdetir êrîşên bi balafirên bêmirov pêk hanîne.

Serokê Dewleta Ukraynayê ragihand ku ji bilî van êrîşan, hêzên Rus bi 4 hezar û 500 êrîşên moşekî û ji 8 hezaran zêdetir jî êrîşên asîmanî li dijî Ukraynayê kirine.

Li ser van êrîşên Rusyayê, bertekên Ewropayê jî zêde dibin û herî dawî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser bikaranîna van dronan daxuyaniyek dabû û vê yekê wekî nêzîkahiyeke tirsnak şîrove kiribû.

 Her wiha welatên rojava jî amaje bi wê yekê dikin ku Îran, van balafiran ji bo Rusyayê dabîn dike lê belê rayedarên Îran û Rusyayê vê yekê red dikin.