Zelenskiy: Rusyayê ji Îranê 2400 balafirên bêmirov xwestin

12 October 2022 14:30 0 dîtin
Zelenskiy: Rusyayê ji Îranê 2400 balafirên bêmirov xwestin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di beşdariya online ya Civîna Lûtkeya G7ê de rewşa şerê navbera Rusya û Ukraynayê nirxand. Zelenskiy got ku Rusyayê, ji Îranê bi sedan balafirên bêmirov xwestine.

Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna êrîşên Rusyayê û got ku

“Rusya dixwaze li Ukrayna û seranserê cîhana demokratîk, aloziyê geş bike. Li gorî agahiyên îstîxbarata me, Rusyayê ji Îranê 2 hezar û 400 balafirên bêmirov xwestine.”

Serokê Dewleta Ukraynayê bi berdewamî got ku 2 roj in bi moşekên qirase êrîşî Ukraynayê tê kirin û ji ber vê yekê jî Ukrayna gelek zerar dîtine. Li gorî ragihandina Zelenskiy, di van êrîşên 2 rojan de ji 100î zêdetir moşek û balafirên bêmirov hatine bikaranîn.

Zelenskiy, di dewama axaftina xwe de got,

“Li gorî agahiyên digihîjin ber destên min, ji her 10 xulekan carekê Şahidên Îranê tên bikaranîn. Duh, 84 îro jî 28 moşekên Rus hatin havêtin. Rusya dixwaze li hemû cîhanê aloziyê geş bike û ji ber vê yekê jî ji êrîşên moşekî heta desteserkirina santrala nukleerî, ji gefên xwe yên nukleerî heta sabotajên li dijî binesaziya Ewropayê, heta tunekirina qestî ya tesîsên enerjiya Ukraynayê, her rêyê bi kar tîne.”

Zelenskiy, di vê axaftina xwe de daxwaza pergalên berevaniya asîmanî ji rêberên G7ê kir ku bikaribin li hember van êrîşan li ber xwe bidin.