Zelenskiy: Gelek balafirên bêmirov ên Îranê, hatin jinavbirin

14 December 2022 16:30 0 dîtin
Zelenskiy: Gelek balafirên bêmirov ên Îranê, hatin jinavbirin

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê agahî parve kirin. Zelenskiy diyar kir ku hêzên Ukraynayê, hejmarek balafirên bêmirov ên aîdî Rusan ji nav birine.

Volodimir Zelenskiy, bi rêya peyameke bi vîdeo ya ku di ser hesabê xwe yê Telegramê re belav kir, ragihand ku ji aliyê hêzên Rus ve vê sibehê 13 balafirên bêmirov bi ser Ukraynayê re hatine şandin û hêzên Ukraynayê jî ev balafir li asîmên ji nav birine.

Zelenskiy got, “Vê sibehê, terorîstan 13 balafirên Şadid ên ji aliyê Îranê ve tên hilberîn, bi ser Ukraynayê re şandin û hemû jî ji aliyê pergalên berevaniya asîmanî yên Ukraynayê ve hatin jinavbirin.”

Şerê navbera Rusya û Ukraynayê, di 24ê Sibata 2022yan de dest pê kiribû û heta niha bê navber dewam dike. Li gorî nûçeyên cîhanî jî Rusya bi balafir û moşekên ku ji Îranê dabîn dike, li Ukraynayê dide.