Zelenskiy: Balafirên Îranê, rewsê xeter dikin
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek da û rewşa dawî ya şerê navbera Ukrayna û Rusyayê nirxand. Zelenskiy eşkere kir ku balafirên Îranê yên bêmirov, rewşa şer dijwar kirine.
Volodimir Zelenskiy, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dawî yên Rusyayê û diyar kir ku hger Îranê ji bo Rusyayê çek peyda nekiribûya, niha ew ê hîn zêdetir nêzîkî aştiyê bûbûna.
Zelenskiy, di axaftina xwe de qala axaftina ligel Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen jî kir û da zanîn ku wan hûrgiliyên alîkariya darayî nirxandine.
Serokê Dewleta Ukraynayê, qala helwesta Îranê jî kir û Îranê bi dirêjkirina şer tawanbar kir ku ji ber ew ji bo Rusyayê çekan dabîn dike, şerê navbera Rusya û Ukraynayê dirêj dibe.
Zelenskiy li ser mijarê da zanîn ku divê di vê mijarê de raya giştî ya cîhanê bertekên xwe bi awayekî zelal nîşanî Îranê bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin