Ji bo leskerên Fransayê ji Nîjerê vekisin çalaki kirin

02 September 2023 23:30 0 dîtin
Ji bo leskerên Fransayê ji Nîjerê vekisin çalaki kirin

PeyamaKurd – Li welatê Nîjerê li payîtext Niameyê ji bo leşkerên Fransayê ji Nîjerê vekişin xwepêşandan kirin. Piştî leşker di 26ê Temmûzê de dest danî ser îdara Nîjerê, çalakî nasekinin. Çalakvan li baregeha leşkerên Fransayê civiyan û pankartên ku li ser wan nivîsandibû;

“Bila artêşa Fransayê ji welatê me here.” bilind kirin.

Wezareta karên derve ya Nîjerê di 25 ê Tebaxê de ji bo balyozê Fransayê yê Niameyê Sylvain Itte ji Nîjerê here 48 seet wext dabûnê. Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihandibû ku wê Itte li ser karê xwe bimîne.

Macron li hember derbekaran tund tevgeriyabû û gotibû ku Nîjer dijminê wînîne.