Ji Fransayê bangewaziya Sûriyê bo Îsraîlê: Ji herêma tampon vekisin!

11 December 2024 19:05 0 dîtin
Ji Fransayê bangewaziya Sûriyê bo Îsraîlê: Ji herêma tampon vekisin!

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Frensayê bang Îsraîlê kir ku ji herêma tampon a ku dagir kiriye vekişe û rêzê li serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê bigire.

Fransayê li hemberî avakirina herêma tampon a Îsraîlê di navbera xwe û Sûriyeyê de piştî rûxîna rejîma Esed nerazîbûnê nîşan da.

Wezareta Derve ya Frensayê got: "Her cure bicihbûna leşkerî di herêma tamponê ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de îhlaleke peymana 1974'an e. Em Îsraîlê hişyar dikin ku ji herêmê vekişe û rêzê li serwerî û yekparebûna axa Sûriyeyê bigire."