DYA leskerên xwe ji Nîjerê vedikêse

21 April 2024 18:00 0 dîtin
DYA leskerên xwe ji Nîjerê vedikêse

PeyamaKurd - Li ser daxwaza rejima Niameya ku piştî derba Tîrmehê serdestiya xwe ragihandibû, li hember zêdebûna hêza Rûsyayê ya li herêmê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) razî bû ku ji hezarî zêdetir leşkerên xwe ji Nîjerê vekişîne.

Ajansa Nûçeyan a Frensî (AFP) di nûçeya xwe ya ku spartiye rayedarên DYAyî yên ku nexwestine navên wan bêne diyarkirin de angaştiye ku di hevdîtina Cîgirê Wezîrê Derve yê DYAyê Kurt Campbell û Serokwezîrê Nîjerê Alî Lamîn Zeînê ku piştî derba dawî bûbû desthilatdar de Zeîn ji DYAyê daxwaz kiriye ku DYA leşkerên xwe ji vî welatî vekêşîne û ev daxwaz hatiye pesendkirin. 

Di rêkeftina di navbera DYA û Nîjerê de hatiye diyarkirin ku di rojên pêş de wê şandeke Amerîkî ji bo hûrguliyên vekişîna hêzên DYA ku ji bo tekoşîna li dijî terorê li vî welatî bûn çavdêrî bike biçe Nîjerê.

Ev geşedan çend roj piştî ku Rûsyayê hêzên xwe yên taybet ên Koma Wagner ji nû ve saz kir û beşa Yekîtiya Afrîka ya vê hêzê şande Nîjerê pêk hat.

Ajansa Nûçeyan a Almanî (DPA) jî ragihand ku Çadê jî vê hefteyê bang li DYAyê kiriye ku hêzên xwe ji binkeya xwe ya leşkerî ya li welatê Afrîkaya Navîn vekişîne.

Ev hêz ji çend hêzên rojavayî yên li çeperên vî welatî yên ku ji bo şerê li dijî terorê li herêmê ne.