Fransa ji Nîjerê leskerên xwe vediksîne
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron bangî balyozê xwe yê Niameyê Sylvain Itte kir û biryarê da ku leşkerên Fransayê ji Nîjerê paşde vekişîne. Ev her dû bûyer bûn sedema ku li Mackon rexne bikin. Macron daxwuyaniya xwe ya li ser her dû bûyeran duhî dabû.
Koordînatorê mala çavdêriyê yê Afrîka ortê û başûrê Afrîkayê Thierry Vircoulon, ji bo rojnama Le Parisienê ragihand ku ji bilî paşdekişandina balyozê Fransayê yê Nîjerê, ti çare tine. Vircoulon, weha got:
“Şerê Fransayê yê bi cîhadiyê re bi fermî qediya. Dahatûya Fransayê li Sahelê êdî nemaye.”
Li ser mijarê rojnamevanên Fransiz Jean-Dominique Merchet, di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de li ser vekişîna Fransayê ya ji Nîjerê got:
“Li Malî, Bûrkîna Faso û Nîjerê Fransayê avêtin ber derî. Macron bi hefteyan di ber xwe da lê bi kêrî tiştekî nehat.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin