Fransa ji bo perwerda leskerên Lubnanê navendekî vedike
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku wê desteka xwe ya ji bo Lubnanê dewam bike û ji bo perwerda 500 leşkerên Lubnanê, navendekî veke. Macron roja Înê desteka xwe ya ji bo Lubnan û leşkerên Lubnanê ragihand. Macron got:
“Fransa ji bo 500 leşkerên Lubnanê perwerde bike, wê navendekî nûh veke. Fransa ji bo Lubnan desthilata xwe biparêze û kontrola axa xwe bike, dê hewlên wan destek bike.”
Macron got ku hêviya wî ewe ku artêşa Îsraîlê bi temamî ji Lubnanê vekişe û temamê çekan bikeve bin destê artêşa Lubnanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin