Li Fransayê, ji bo encamên bûyeran qanûn tê derxistin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku piştî ku ciwan bi guleya polîsan hat kuştin, ji bo ji nû ve avakirina binesaziyê û herwiha avahiyên ku di xwepêşandanên li welêt de hatin hilweşandin, ew ê qanûneke awarte derxin.
Hat ragihandin ku Emmanuel Macron, li Qesra Elyseeyê bi şaredarên zêdetirî 200 şaredariyên ku ji xwepêşandanan bandor bûn, civiya.
Li gorî nûçeya çapemeniya Fransayê, Macron di civînê de diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirina bi lez avahî û binesaziyên ku di xwepêşandanan de hilweşiyane, dê qanûneke awarte derxin.
Di xwepêşandanên ku ji 27ê Hezîranê û vir ve berdewam dikin de li qada giştî 12 hezar û 202 xal û 1105 avahî û 5 hezar û 892 maşîn hatin şewitandin.
Her wiha li seranserê welêt êrîşî 269 qereqolên polîs û cendirmeyan jî hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin