Diyarbekir | Bi dirusmên ‘Jin Jiyan Sehadet’ êrîsî Burger King û Sturbucksê kirin!

23 June 2024 11:31 0 dîtin
Diyarbekir | Bi dirusmên ‘Jin Jiyan Sehadet’ êrîsî Burger King û Sturbucksê kirin!

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê komên alîgirên Filîstînê ji bo protestokirina Îsraîlê bi ser restorana Burger King a navçeya Sûrê û kafeya Starbucks a li navçeya Peyasê kirin.

Di serdegirtina şeva borî ya Burger King a Sûrê de, koma ku kete hûndirê restoranê diruşa Jin Jiyan Azadî ya Şoreşa Jîna Emînê guherand û diruşma, ‘Jin Jiyan Şehadet’ qêriya.

Herwiha wan keson got, ‘Em li Amedê Burger King’ naxwazin û piştevaniya xwe bo Hemasê nîşan dan û ziyana madî gihandin restoranê.

Dîsa li navçeya Peyasê li ber Sturbucksê çalakiyeke protestokirina Îsraîlê li dar xist û kesên li kafeyê rûniştî ji ber protestoya wê komê neçar man derkevin.

Li Diyarbekirê beriya niha jî gelek caran bi hinceta piştevaniya Filîstîn û Xezeyê êrîş li ser şubeyên Starbuckê hatibûn kirin û ziyanên madî çêbûbûn.