Li Çanakkaleyê êrîsî malbateke Kurd hat kirin: 1 kustî

11 April 2023 19:08 0 dîtin
Li Çanakkaleyê êrîsî malbateke Kurd hat kirin: 1 kustî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Çanakkale yê Tirkiyeyê malbateke ji bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê rastî êrîşê hatiye û kesê bi navê Yavuz Cabir di encama êrîşê de hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan, malbata Cabir a 15-16 berê koçî Çanakkaleyê kiriye, rastî êrîşeke nijadperestî hatiye ku tê gotin welatiyê ji Wanê yê bi navê Yavuz Cabir 10 kêr lê ketine.

Li gorî nûçeya Serhat Newsê Cabir bi awayekî birîndar çûye mala xwe ya gundekî Çanakkalayê û malbatê li ser êrîşê gilî li Cenderme kiriye.

Dema cenderme hatiye mala malbata Wanî gengeşî Cabirê birîndar rahiştiye tivingê û vê carê jî bi fîşeka tivingê dema gengeşiyê di destê cendermeyekî de teqiyaye û Yavuz Cabir piştre can daye.

Li gorî nûçeyê tê îdiakirin ku Cenderme tiving teqandiye û Yavuz Cabir hatiye kuştin.

Piştî bûyerê hemû endamên malbata Kurd jî hatine binçavkirin û hîn îfadeyên wan li qereqolê dewam dikin.

Parêzerê malbatê ragihandiye ku ji bilî teqandina tivingê Cendermeyan herwiha lêdan jî li endamên malbatê xistiye.