Xaneqîn | Êrîsî malbateke Kurdên Kakeyî kirin: 6 kustî, 6 birîndar…

14 June 2020 10:23 0 dîtin
Xaneqîn | Êrîsî malbateke Kurdên Kakeyî kirin: 6 kustî, 6 birîndar…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku komek çekdar li gundê Dara yê Xaneqînê êrîş bir ser malbateke Kurdên Kakeyî û 6 kes kuştin û 6 kes jî birîndar kirin.

Li gorî nûçeya K24ê di êrîşa çekdaran a şeva borî de ku li gundê Dara bi ser malbateke Kurdên Kakeyî de girtin, 6 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn ku rewşa birîndarekî jî giran e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di demên dawî de gelek caran çekdarên ereb û terorîstên DAIŞê êrîşî Kurdên Kakeyî li sînorê Xaneqînê dikin ku bi taybet li gundên Mêxas û Dara gelek welatiyên Kurd tên şehîdkirin û birîndarkirin.