DAISê êrîsî gundê Kurdên Kakeyî kir
PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê êrîşî gundê Topzawa yê kurdên Kakeyî kirin ku ew gund li nêzîkî bajarokê Daqûqê Kerkûkê ye.
Hat ragihandin ku şeva borî terorîstên DAIŞê bi topên hawanan êrîşî gundê Topzawa yê Kurdên Kakeyî kirine ku ji ber wê êrîşê her çiqas ji bilî ziyanên madî ziyaneke canî çênebûye jî tirseke mezin li ser gundiyan çêbûye.
Li gorî çavkaniyên medya Kurdistanê beriya çniha jî çend caran DAIŞê êrîşî wî gundî kirine.
Gundê Topzawa yên Kakeyîyan beriya xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ku Kerkûk bo hêzên Iraqî hat radestkirin, di bin deshilatdariya Herêma Kurdistanê de bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin