Artêsa Iraqê tabûrek lesker sand gundên Kurdên Kakeyî

07 June 2020 18:46 0 dîtin
Artêsa Iraqê tabûrek lesker sand gundên Kurdên Kakeyî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Artêşa Iraqê tabûrek leşker şandiye gundên kurdên Kakeyî yên derdora bajarê Daqûqê.

Li gorî agahiyan, rewşa gundên kurdên Kakeyî yên Daqûqê ji ber êrîş û gefên DAIŞê gelekî xirab bûye û heta niha beşek mezin ji wan gundan hatine valakirin û yên din jî li ber valabûnê ne.

Hat zanîn ku îro danê sibê artêşa Iraqê tabûra 45emîn şand wan gundên kurdan.

Berpirsê PDKê li Daqûqê, Hîwa Reşîd ji BasNewsê re gotiye, “Bicihkirina hêzê li wan deveran bê sûd e, ji ber ku serbazên Iraqî tenê li ser rêkên asfalt hereket dikin. Deşt û çiya û dol û newal jî di destê DAIŞê de ne.”

Hîwa Reşîd daye zanîn, çend roj berê jî artêşa Iraqê li wan gundan li dijî DAIŞê operasyonek kir lê nekarîn tiştekî bikin.

Li devera Daqûqê 14 gundên Kakeyî hene lê tenê di 5 gundan de jiyan berdewam e, yên din hemû hatine valakirin û wêrankirin.