DAISê êrîsî gundê Xaneqînê kir û ser derket
PeyamaKurd - Terorîstên DAIŞê li bajarê Xaneqînê êrîş birin ser gundekî û di wê êrîşê de 4 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan terorîstên DAIŞê şeva borî li gundê Îslah yê Gulale ya Xaneqînê piştî ku bombe bi otomobîlekê de hatiye teqandin, terorîstên DAIŞê êrîş birine ser gundê Îslahê û di navbera wan û hêzên Iraqî û gundiyan şer qewimî ye.
Hat zanîn ku di wî şerî de du serbaz û du sivîl birîndar bûne û şifêrê otomobîla ku bombe pê de teqiyabû jî winda ye.
Hêjayî gotinê ye, ev demeke êrîşên şaneyên DAIŞê li herêmê zêde bûne û îro danê sibê jî li gundê Îslam bombeyek teqiya ye, lê ti ziyana wê çênebûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin