DAISê li Xaneqînê êrîsî du gundên Kurdan kir: Muxtar hat kustin

15 May 2020 15:00 0 dîtin
DAISê li Xaneqînê êrîsî du gundên Kurdan kir: Muxtar hat kustin

PeyamaKurd – Çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li sînorê Xaneqînê êrîşî ser du gundên Kurdan kir ku di êrîşê de muxtarê gund hat kuştin. DAIŞê doh êrîşî gundekî bajarê Selahedînê jî kiribû û di encama wê êrîşê de muxtarek û du birayên wî hatibûn kuştin.

Hat ragihandin ku şeva borî li sînorê Xaneqînê, çekdarên DAIŞê êrîşî ser gundê du gundên Kurdan, Mubarek û Mêxas kirin û di encama wê êrîşê de, 3 kes birîndar bûne ku kesê birîna wî xedar muxtarê gund piştre can daye.

Li gorî zanyariyan çekdarên DAIŞê nêzîkî gundê Mêxasê bûne û teqe li gundiyan kirine  û li nav gundê Mubarek jî dengê teqîneke bihêz hatiye bihîstin ku zirarên teqînê nehatiye zanîn.

Şaneya Ragihandina Ewlekaryê ya Iraqê êrîş piştrast kir û ragihand, di êrîşê de muxtarê gundê Mubarek jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî hinek çavkaniyan DAIŞê gundê Mubarek ê 4 kîlometran dikeve başûrê Xaneqînê kontrol kiriye, lê ev nûçe nehatiye piştrastkirin.

Êrîşên DAIŞê bi taybet piştî krîza koronayê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê zêde bûne ku doh Pentagonê jî di raporeke xwe de ev yek eşkere kiribû.