Ereban êrîsî gundê Kurdên Kakeyî kir
PeyamaKurd - Li navçeya Daqûqê ya Kerkûkê erebên derdorê bi çekan êrîşî ser gundê Ferîq kirin û gefa terikandina gund li şêniyên gund xwarin.
Li gor çavkaniyên herêmî ji devera Daqûqê, erebên hawîrdorê bi çekan êrîş birine ser gund û ji gundiyên Kurd re gotine, divê hûn heta 4 rojan ji gund derkevin.
Ereb dixwazin gundê Ferîq ku kurdên Kakeyî lê dimînin vala bikin û dest deynin ser mal û milkên wan.
Hêjayî gotinê ye, piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an ku Kerkûk û deverên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bo hêzên Iraqê û Heşda Şeibî hatin radestikirin, hewlên erebkirina wan navçeyan zêde bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin