Çeneqele | Nijadperestan êrîsî daweta malbateke ji Agiriyê kir
PeyamaKurd – Li navçeya Çanê ya Çeneqeleyê 26ê cotmehê, nijadperestan êrîşî daweta malbateke ji Agiriya Bakurê Kurdistanê êrîşeke kiriye.
Li gorî nûçeyeke Ajansa Mezopotamyayê (MA); Koma temaşevanên Çansporê ya bi navê “Alaya 17an” 2-3 caran çewleyên elektrîkê yên salona dawetê girtinr û stranên kurdî jî weke hincet nîşan daye.
Malbata xwediya dawetê ji ber ku tacîz zêde bûne, daweta xwe saetekê zû bi dawî kirye. Dema mêvan ji dawetê derketine rastî êrîşa komek ciwanên hatine. Telefon û pereyên ciwanekî ku êrîş lê hatiye kirin jî hatine xespkirin.
Malbatê ji koma êrîşkar pere û telefon xwestiye. Êrîşkaran jî bersiva “Em bi 50 kesî li benda we ne, werin hildin” daye. Malbata ji Agiriyê çûye cihê ku êrîşkaran diyar kiriye, lê li wir bi kevir û daran êrîşî wan hatiye kirin.
10 kes hatine binçavkirin û piştre serbest hatine berdan
Ji ber êrîşê gelek ferdên malbatê ji gelek deverên cuda birîndar bûne. Ji malbat û koma êrîşkar herî kêm 10 kes hatine binçavkirin. Kesên hatine binçavkirin piştî îfadeya li dozgeriyê hatine berdan. Hat ragihandin ku malbata xwedî dawetê ya rastî êrîşê hatî, der barê êrîşkaran de dê giliyê xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin