Sakarya | Bi dar û beran êrîsî karkerên Kurd kirin

04 September 2020 17:25 0 dîtin
Sakarya | Bi dar û beran êrîsî karkerên Kurd kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Sakar yê Tirkiyê, xwedî kar û gundiyên tirk êrîşî karkerên ku ji Mêrdînê ji bo berhevkirina findiqan çûbûn kirin û karker neçar man dîsa vegerin Mêrdînê.

16 karkerên ku ji navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji bo findiqan berhev bikin çûn bajarê Sakarya yê Tirkiyê, li wir ji aliyê xwediyê kar û gundiyan ve êrîş li wan hat kirin.

Li gorî gotina wan karkeran, kesê xwediyê kar ji karkeran re gotiye, ‘keriyê kuçikan’ û li ser vê yekê karker ji baxçeyê wî derketine û xwediyê kar car din gef li wan xwariye û gotiye, “Qey hûn dibêjin ev der welatê we ye. Ev der welatê me ye” û 8 kesan bi dar û beran êrîşî 3 karekran kirine.

Piştî êrîşê jî karker ji bo vegerin Mêrdînê derketine rê.