Nijadperestên tirk berî êrîsa Sakaryayê li Kocaeliyê jî êrîsî jinên Kurd kirine
PeyamaKurd – Piştî êrîşa 4ê Îlonê ya li bajarê Sakarya bi ser karkerên Kurd ên ji Şemrexa Mêrdînê de, Walîtiya Sakaryayê di yekem daxuyaniya xwe de îdia kiribû ku ti êrîşek çênebûye, lê 22yê Tebaxê bûyerek pêk hatiye.
Mexdûrê êrîşa Sakaryayê ji medya Kurd re axivîbûn û gotibûn, xwediyên kar rasterast ji ber Kurdbûna wan êrîş û heqaret li wan kirine. Piştî bûyerê jî hatibû ragihandin ku 3 kesên êrîşkar hatine binçavkirin.
Li ser bûyera di 22yê Tebaxê medya herêmî ya bajarê Sakaryayê nûçeyek belav kiriye ku tê de diyar dike, 22yê Tebaxê li Taxa Selahiyê ya navçeya Kocaaliyê êrîşek li dijî karkerên jin ên Kurd li nava baxçeyê findiqan pêk hatiye û ew jinên Kurd hatine derb kirin.
Piştî wê êrîşê jî mexdûran derbarê êrîşkaran de gilî kirine, lê êrîşkar bi şertê kontrola edlî hatine serbest hatine berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin