Kurdê ku di encama êrîsa nijadperestên Tirk de hat kustin îro hat vesartin
PeyamaKurd – Cenazeyê Hakîm Dal ê ku li bajarê Konya yê Tirkiyê ji aliyê komeke nîjadperestên Tirk ve hatibû qetilkirin, hat veşartin.
Komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat, do li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, êrişî malbata Kurd a Diyarbekirî kiribû û endamê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî qetil kiribû.
Cenazeyê Hakîm Dal, piştî karê otopsiyê, ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Bajar a Konyayê hat wergirtin û li Goristana Tatlicakê hat veşartin.
Li gor zanyariyan, dema merasîmê hevjîn û zarokên Dal, qrîza sinirê derbas kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin