Li Xanesorê di encama êrîsa drona Tirkî de serkirdeyekî PKKê can da
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 7ê Kanûnê balefireke bêpîlot a Tirkiyê otomobîla serkirdeyekî PKKê li sînorê bajarê Şingalê bombebaran kir.
Çavkaniyên herêmê diyar kirine ku drona bi çek a Tirkiyê îro Sêşemê otomobîleke PKKê li navçeya Xanesor a Şingalê bombebaran kiriye.
Li gor zanyariyên hatine bidestxistin rêveberekî PKKê yê bi navê Merwan Bedel ê bi nasnav Dijwar di encama wê êrîşê de jiyana xwe ji dest daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin