Li Samê êrîsa bi dronan

05 December 2024 18:36 0 dîtin
Li Samê êrîsa bi dronan

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku bi dronan êrîş li ser paytexta Sûriye Şamê hate encamdan.

Wezareta Berevaniya Sûriyê ya rejîmê ragihand ku li Şamê du dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ve hatine astengkirin.

Ev daxuyaniya Şamê piştî ku artêşa Sûriyê vekişîna xwe ya ji Hemayê ragihand hate dayîn ku bajarê Hema yê stratejîk ketiye bin kontrola HTŞ û komên ligel wê.

Wezaretê ragihandiye ku hêzên wan êrîşeke asmanî ya bi dronan pûç kiriye, lê nehatiye diyarkirin bê êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin.