HSD: Me li Reqayê êrîsa komên girêdayî Samê sikand
PeyamaKurd- HSDê ragihand ku, hêzên wan êrîşeka komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li rojhilatê Reqeyê şikandiye û hişyarî da ku ew êrîşên berdewam bêbersiv nabin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro roja Şemiyê ragihand ku, komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê li Mîhwerê Xanim Elî li derdora rojhilatê Reqeyê êrîşeka nû kiriye ser hêzên wan û tê de dron û çekên giran hatine bikaranîn, bêyî ku silametiya welatiyên sivîl û tenahiyê deverê li ber çavan bê wergirtin.
HSDê got: "Hêzên me bi berpirsiyarî û şiyanên herî zêde êrîşa wan bi awayekê serkeftî şikand. Di encama wan pevçûnan de, sê kes birîndar bûn û wê komê jî qurbanî dane.”
HSDê di ragihandina xwe de hişyarî da ku ew ê bersiva wan êrîşan bidin û ragihand: "Bersiva hêzên me bi wan êrîşan re hempa bû, lê bi pabendbûneka temam bi xweragirtinê û rêgirtina li berfirehbûna wî şerî. Tevî wê yekê jî em bi zelalî radigihînin ku, em dê li beranberî êrîş û têkdanên dubare nesekinin û em dê rêkarên pêdivî werbigirin da ku deverên xwe, hêzên xwe û gelê xwe ji her gefekê biparêzin.”
HSDê di ragihandina xwe de behsa wê yekê jî kir ku, ew komên çekdar dê deverê ber bi aloziyên zêdetir ve bibin û dê hemî hewlên ji bo parastina aramiya deverê têk bidin.
HSDê di ragihandina xwe de bang li wan aliyên piştgiriyê didin van koman kir, wan kontrol bikin û kiryarên wan ên neberpirsiyarane bi dawî bînin, ji ber ku ew rasterast gefan li ewlehî û aramiya tevahiya herêmê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin