Di êrîsa DAISê de 13 çekdarên girêdayî Samê hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke DAIŞê de, 13 çekdarên bi ser rêjîma Sûriyê ve li rojavayê Dêrazorê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, çekdarên DAIŞê li rojavayê Dêrazorê êrîşî ser hêzeke eşîra Şiêtat a ser bi rêjîma Sûriyê ve kir û di encamê de 13 çekdar hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
SOHRê diyar kiriye, di 5 mehên dawî de, ev êrîşa herî giran a çekdarên DAIŞê li ser hêzên rêjîma Sûriyê ye.
Li gor amarên SOHRê, ji dema kontrolkirina Baxozê, dawî bajarokê Sûriyê ji destê DAIŞê di 23ê Adara 2019an de, 1593 leşker û çekdarên bi ser rêjîmê ve û 153 çekdarên Îranî hatine kuştin û li hemberê jî 1081 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin